Nîsan 24, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Agirbesta demkî ya li Qamişlo îro bidawî dibe

Saet 10ê sibehê agirbesta demkî a taxa Tey ya Qamişlo ya bakurê rojhilatê Sûriyê bidawî dibe, biryar e berya wê demê, Nûnerên Asayişa Rêveberya Xweser û Çekdarên Berevaniya Niştîmanî bi serperiştiya Rûsya li balefirgeha Qamişlo bicivin.

Ji bo diyarîkirina çarenivîsa taxa Tey ya bajarê Qamişlo û rawestandina şerê li wê taxê nûnerên Asayişê û yên Çekdarên Berevaniya Niştîmanî li Balefirgeha Qamişlo bi serperiştiya Polîsên serbazî yên Rûsiyê bicivin.

Nûçegihana Rûdawê ji Hewlêrê ragihand, saet 10 şeva bûrî çekdarên Berevaniya Niştîmanî du top avêtin û li taxa Hilko ya Qamişlo ketin, ji ber ku li cihekî vala ket, ti ziyanên wê nebûn.

Aagirbesta rawestandina şer di anvbera Asayîşa hundirîn û hêzên bi navê Berevaniya Niştimanî de, ji duh saet 7ê êvarê ketiye warê cîbicîkirinê de û heta îro saet 10ê sibehê berdewam be.

Ev çend roj in, ku şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Hundirîn a kurdan û çekdarên Berevaniya Niştîmanî de li taxa Tey ya Qamişlo berdewam bûn.

Serepeyv