Nîsan 22, 2021 16:35 Asia/Tehran
  • Li Qamişlo careke din şer destpê kir û zarokek hat kuştin

Li bajarê Qamişlo ya bakurê rojhilatê Sûriyê piştî ku careke din şer derket û zarokekî 14 salî bi gulleya hêzên Berevaniya Niştimanî jiyana xwe ji dest da.

Li gor peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihandiye, endamên hêzên Berevaniya Niştimanî, îro dema nîvro gulle bi ser xaleke hêzên Asayişê de berdan û piştre careke din şer dest pê kir.

Li gor heman çavkaniyê, gulleyên hêzên Berevaniya Niştimanî li zarokekî 14 salî ketin û bûsedm ku ew jiyana xwe ji dest bide û 2 kesên din jî birîndar bibin.

Berî vê yekê bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê di navbera hêzên Berevaniya Niştimanî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên agirbest hatibû ragihandin ku bi vê gullereşandina ji aliyê hêzên Berevaniya Niştimanî agirbest hat şikandin.

Serepeyv