Nîsan 22, 2021 09:12 Asia/Tehran
  • Di berdewamiya şerê navbera asyêşa PYD û milîsên Berevaniya Niştimanî li Qamisloyê de 6 kes hatin kuştin

Li bajarê Qamişlo ya bakurê rojhilatê Sûriyê, şerê navbera asayîşa ser bi PYDê û milîsên Berevaniya Niştimanî yên piştgirê artêşa Sûriyê du jî berdewam kir ku di encamê de 5 milîsên Berevaniya Niştimanî û endamekî asayîşa PYDê hatin kuştin .

Şerê roja sêşemê 20.04.2021ê êvari li rawestgehekî asayîşa PYDê ya li çarêya Wehde li taxa Tey a bajarê Qamişlo derket duh jî berdewam kir û li gor zanyariyan di wî şerî de 5 endamên milîsên Berevaniya Niştimanî yên piştgirê hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û 8 endamên din jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan şer piştî girtina hejmarek çekdarên milîsên Berevaniya Niştimanî ji aliyê asayîşa PYDê ve destpê kiriye û heta duh 21.04.2021ê  bi awayekî bê navbera berdewam kir.

Ji aliyê din ve asayîşa PYDê jî ragehand, şervanekî wan jî jiyana xwe ji dest daye.

Serepeyv