Nîsan 20, 2021 09:08 Asia/Tehran
  • Rûsya: Me li Sûriyê 200 terorîst kuştin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan navendeke terorîstan li Sûriyê bombebaran kiriye û nêzîkî 200 terorîst hatine kuştin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li bajarê  Tedmûr ê şûnwarî li Sûriyê li dijî navendeke terorîstan êrişek pêk anîne.

Cîgirê Rêvebirê Navenda Lihevanîna Aliyên Sûrî yê Rûsyayê Aleksendr Karpov di daxuyaniyekê de got: “Li gor agahiyên berdest, terorîstên li bakurê rojilatê Tedmûrê, baregeheke veşartî ava kirine û li wê derê rahênan bo çekdaran dihat kirin ku biçin li deverên din ên welat operasyonên terorîstî encam bidin. Herwiha li wê derê teqemenî dihatin amadekirin.”

Aleksendr Karpov diyar kir ku piştî zanyariyên piştrastkirî derbarê wê navenda çekdaran de wan êrişa xwe pêk aniye.

Karpov dibêje: “Firokeyên me baregeha veşartî ya terorîstan kir armaca xwe û di encama bombebaranê de ev baregeh hat rûxandin û nêzîkî 200 çekdaran hatin kuştin û 24 otomobîlên hatine îmhakirin û 500 kîlogram teqemenî hatine jinavbirin.”

Serepeyv