Nîsan 18, 2021 10:34 Asia/Tehran
  • Biryare 30 zarok ji Kampa Holê radestî Rûsyayê bibin

Rêveberiya deverên bakur û rojhilatê Sûriyê dê îro hejmareke zarokên terorîstên DAIŞê yên Rûsî radestî hikûmeta wî welatî bike.

Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya deverên bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, îro, 18/04/2021, wê hejmareke zarokên terorîstên DAIŞê yên bi esil Rûsî li kampa Holê, radestî hikûmeta wî welatî bên kirin. 

Komisyara Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Koznitsova roja 20ê Adara borî de ragihandibû, ew amade ne ji bo wergirtina 30 zarokan ji kampa Holê.

Anna Koznitsova diyar kiribû ku hemû rêkar temam bûne, lê rêkarên taybet bi Korona rê neda ew yek bê kirin.

Li gor zanyariyan, zêdetir ji 35 hezar zarokên terorîstên ji 48 welatên cuda, li kampa Holê dimînin.

Rêveberiya deverên bakur û rojhilatê Sûriyê çend caran hişyarî derbarê rewşa Kampa Holê daye û daxwaz ji welatan kiriye ku hemwelatiyên xwe werbigirin.

Kampa Holê derdora 45 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Hesekê li deverên kurdî yên Sûriyê.

Serepeyv