Emîrê DAIŞ’ê yê cezaîrî li Kampa Hol’ê hat girtin
Di operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya li Kampa Holê de çeteyekî DAIŞ’î yê ku ji Cezaîrê ye hat girtin.
Di operasyona Kampa Holê ku 4 roj li pey xwe hişt de, çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Ebdurehman Şerîf Debbah ku xelkê Cezaîrê ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat girtin.
Berpirsayarekî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA’yê re got, çeteyekî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Ebdurehman Şerîf Debbah ku di sala 1989’an li Cezaîrê hatiye dinê di operaysona Kampa Holê de hat girtin.
Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Ebdurehman Şerîf Debbah berî ku derbasî Kampa Holê bibe li navçeya Şedadê ya bi ser Hesekê ve û li Reqayê jî emîrê leşkerî yê DAIŞ’ê bû. Piştî ku di nava şer de birîndar dibe û çavên wî kor dibin, derbasî kampa Holê dibe. Çete Şerîf Debbah li Kampa Holê jî bûye emîrê zekatê yê DAIŞ’ê