Adar 29, 2021 11:46 Asia/Tehran
  • Nasnameya bajarê kurdnişîn ê Efrînê hatiye guhertin

Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, bandora komên tundrê yên ser bi Tirkiyê li ser bajarê kurdnişîn ê Efrînê bûpye sebeba guhertina pêsane û huviyeta vî bajarî û nifûsa şêniyên kurd li vî bajarî gelekl kêm bûye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Artêşa Tirkiyê di destpêka sala 2018an da bi cihanîna êrîşa bi navê Çiqla Zeytûnê bajarê kurdnişîn ê Efrînê bi alîkariya komên girêdayî bi xwe dagir kir.

Kovara Enb Beledî li gorî rapora saziyên xwecihî qala guhertina pênaseya vî bajarê kurdnişîn piştî dagirkirina wî ji aliyê Tirkiyê û komên ser bi wî welatî va kiriye.

Li gorî vê raporê, Komên ser bi Tirkiyê bi xesbkirina mal û heyitiyên welatiyên sivîl bi taybet yên kurdan, jiyana gel aloz kiriye.

Rêxistina mafên mirovan a Efrînê jî ji kovara Syria Direct ra gotiye; Nifûsa Efrînê ji 400000 heta 500000 kesî ye ku sedî 65ê wê kurd in; Lê piştî dagirkirina Efrînê nifûsa kurdan li vî bajarî gihîştiye sedî 35ê.

 

Serepeyv