Adar 27, 2021 00:50 Asia/Tehran
  •  Şerê navbera Artêşa Sûriyê û çeteyên dewleta Tirkiyê li derdora Idlib, Hema û Helebê

Li gundewarên Idlib, Hema û Helebê şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de dewam dike.

Şeva borî, di navbera artêşa Sûriyê û çeteyên dewleta Tirkiyê de li derdora Sifohin, Fetîra, Bare, Filêfil ên li gundewarên başûrê Idlibê, şer derket. Her du aliyan nuqteyên hevdu yên li derdora Ûmqiyê ya li Sehil Xab a li bakurê Hemayê, bi çekên giran topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê deverên li Kefer Emme ya li rojavayê Helebê bi çekên giran hedef girtiye. Her wiha derdorê Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab topbaran kiriye.

Serepeyv