Li Til Temirê şerekî dijwar derket
Li gundewarê rojavayê Til Temirê li bakurê Sûriyê, di bin mûşekbarana hêzên Tirkiyê şer di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de derket.
Li gor Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, roja 26ê vê mehê, li gundên Kozeliyê û Til Leben li rojavayê Til Temir li bakurê Sûriyê, li binr mûşekbarana hêzên Tirkiyê şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û HSD derket.
Li gor zanyariyan di encama şer de şervanên HSD zirxpoşeke grûpên çekdar ji nav birin û li gor çavkaniyên HSDê hejmareke endamên wan grûpên çekdar hatine kuştin.
Hevdem li gundên Derdare û Til Minax li gundewarê bakurê Til Temir şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û HSD derket.
Herwiha roja 25ê vê mehê, di dema grûpên çekdar xwestibûn xendeqekê li gundewarê rojavayê Til Temir bikolin, şervanên HSD zirxpoşeke wan grûpan kir armanc û piştre şer û pevçûn derketin.