HSD: Li Eyn Îsa 37 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî encama şerê sê rojan a li navçeya Eyn Îsa û gundên wê ragihand, bi giştî 37 çete hatin kuştin, 18 çete birîndar bûn, 3 panzer, 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. HSD’ê diyar kir 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî jî hatine desteserkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSDê li ser encamên şerê 19-21’ê Adarê ya li Eyn Îsa û gundewarên wê û daxuyaniyên ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên kirin, daxuyaniyek da û bal kişand ser encam û bûyerên ku qewimîn.
HSD’ê ragihand ku di şerê 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbekirin. 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî hatin desteserkirin.
Her wiha HSD’ê diyar kir ku artêşa Tirkiyê sivîl kirine hedef, zarokek jiyana xwe ji dest daye û 5 sivîl jî birîndar bûne. HSD’ê anî ziman ku di tevahî şer de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne. Li aliyê din HSD’ê destnîşan kir ku divê ji daxuyanî û agahiyên çapemeniya Tirkiyê parve dikin neyê bawerkirin û ew ji ji rastiyan dûr ne.