Adar 14, 2021 11:10 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Ewropayê kir

Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Kobanî(Ebdî) pêşwazî li biryara Parlemana Ewropayê kir û tekezî li ser wan fikaran kir ku Tirkiye paqijkirina etnîkî li dijî Kurdên Sûriyê dimeşîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)  Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê biryara Parlemana Ewropayê ya têkildarî kiryarên Tirkiyê li bakur û rojhilata Sûriyê peyamek belav kir.

Mezlûm Kobanî di peyama xwe de tekez kir, “Em pêşwaziya biryara Parlemana Yekîtiya Ewropayê dikin ku tê de banga vekişîna hêzên dagirkerî yên neqanûnî yên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê dike.”

Di beşeke din a peyama xwe de Mezlûm Kobanî dibêje, “Em fikarên parlemana Yekîtiya Ewropayê yên derbarê hewildanên paqijiya etnîkî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Kurdên Sûriyê parve dikin.”

Hêjayê gotinê ye ku Parlemana Ewropayê (PE) di 10emîn sala destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê de raportek belav kiribû û tê de behsa kiryarên Tirkiyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê hatibû kirin.

Di wê raporta bi navê “10 sal piştî şer-serhildana Sûriyê” de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek hevpeyman hatibû nasandin û hatibû gotin, “Tirkiyê bi awayekî neqanûnî herêm dagîr kiriye.”

Di biryara PEyê de hatibû gotin, “Tirkiye, axa ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da bû, di Cotmeha 2019an de tevî dagirkirinê, li dijî hiqûqa navdewletî ji bo ku êrişî deverên bakurê Sûriyê ku piraniya nîşetciyên wê Kurdên Sûriyê ne, bike ji 2016an vir de raste rast destwerdana Sûriyê dike. Ji ber van kiryarên Tirkiyê hin endamên Yekîtiya Ewropayê firotina çekan bo Tirkiyê bi fermî dane sekinandin.”

Serepeyv