Adar 07, 2021 16:09 Asia/Tehran
  •  Hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên terorîstan ên li gundewarên Hemayê kir

Hêzên hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina herêmên nû êrişî nuqteyên terorîstên hikûmeta Tirkiyê yên li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir.

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan ên li derdora El-Enkawî ya Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir û di navbera her du aliyan de şer rû da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hemwextî şer her du aliyan nuqteyên hev topbaran kirin û hêzên hikumetê hewl da ber bi herêmên çeteyan ve bi pêş ve herin. 

Hêzên hikumeta Şamê her wiha çeperên terorîstên Tirkiyê yên li deverên çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Têkildarî windahiyên canî heta niha agahî nehatine bidestxistin.

Serepeyv