HRE`yê li Efrînê li artêşa Tirkiyê û şeteyên wê da; leşkerek û 4 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Efrînê de, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 4 çeteyên wê hatine kuştin.
HRE`yê ragihand ku hêzên wan di navbera rojên 1 û 4`ê Adarê de, li hember artêşa dagirker û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistin. HRE`yê di daxuyaniya xwe de derbarê van çalakiyan ragihand ku hêzên wê roja 1’ê Adarê, li Ezazê wan erebeyeke serçeteyekî şewitandin.
Herwiha roja 2`yê Adarê, li navenda Efrînê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li navçeya Şêrawa li hember pêgeh û çeperên artêşa Tirkiyê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de erebeyeke zirxî bi cureya Kirpî hat rûxandin. Der barê kuştî û birîndarên vê êrişê agahiyek nehat bidestxistin.
- Roja 3`yê Adarê, li herêma Efrînê, li ser rêya Cindirêsê, li hember bendeke kontrolê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
- Roja 4`ê Adarê jî, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember artêşa Tirkiyê çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de erebeyeke pîkap hat rûxandin û yek jî hat derbkirin."