Adar 02, 2021 09:54 Asia/Tehran
  • Êzidiyên Efrînê: Îdiayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê xapandin û derew e

Hawar Newsê (ANHA) nivîsîiye: "Êzidiyên Herêma Efrînê îdiayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê li ser rewşa êzidiyên Efrînê li derewê qelibandin û diyar kirin ku êzidiyên li wir mercên zehmet û bi êş dijîn û tên neçarkirin ku bibin Misliman."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Dezgehên çapemeniyên ên ser bi dewleta Tirkiyê ve hewl didin dagirkirin û sûcên li bajarê Efrînê yê dagirkirî rewa bikin.

Malpera TRT World ku bi zimanê înglîzî weşanê dike di 25`ê Sibatê de nivîsek tevî dîmen belav kir û tê de got ku êzidî berê gelek caran neçar man ku ji Efrînê derkevin û îdia kir ku “kêmnetewên li wir bi hebûna hêzên Tirkiyê di ewlehiyeke mezin de dijîn.”

Êzidiyên ku ji Efrînê koçber bûne ji ANHA`yê re axivîn û rapora ku dezgehên çapameniyê yên Tirkiyê li ser rewşa êzidiyan li Efrînê belav kiriye, şermezar kirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Yekitya Êzidiyan a Herêma Efrînê Mistefa Nabo wiha got: “Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirkiyê dibêjin ku êzidiyên li Efrînê beriya dagirkirina bajêr bindest bûn û niha jiyaneke bi rûmet dijîn. Ew dereweke mezin e.”

Hawar Newsê di dewamê da nivîsiye: "Nabo diyar kir ku derewên çapemeniya Tirkiyê ne tiştekî nû ye û tekez kir ku dema rastiyan bi vê rengî berovajî dikin, rastiya wan a tarî eşkere dibe."

Her wiha, Endamê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Ebdulrehman Şêker jî got: “Dewleta Tirkiyê xaka me dagir kir û dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike. Xelkê me neçar dike ku dev ji ola xwe berdin û bibin Misliman. Perestgehên me jî vediguherîne mizgeft.”

Serepeyv