Adar 01, 2021 08:51 Asia/Tehran
  • Di şewata Kampa Holê de 31 kes bûn qurbanî

Li Kampa Holê ya li Hesekê ya Sûriyê agir bi 2 konan ket, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn û rewşa birîndaran jî xirab e û niha li nexweşxanê têne dermankirin.

Li Kampa Holê dawetek bi mirina çar kesan û şewata 28 kesên xelkê Dêrezorê bi dawî hat.

Di daweta du malbatên ku çar salan beriya niha ji ber şerê li Dêrezorê koçberî Hesekê bûne, li Kampa Holê agir bi konê wan dekeve.

Koçber Rizan Mihemed Etiye dibêje: “Em çûn dawetê tiştek tune bû , em derbasî bin kon bûn, beşek derbas bûn û beşek li derve man, diya zava hat, sopa vêxist , agir pêket û em reviyan.”

Bûka 22 salî hêj nehatiye ser hişê xwe, ew û çar kesên din, dibin çavdêriya hûr de ne, zava jî matmayî maye.

Diya zave ku keçeke wê li ber mirinê ye û du neviyê wê mirine, bi  dengekî nizim dike hewar.

Koçber Alva Ewad dibêje: “Ez ya dawî mam, heya agir teviya, min dît xwşika min û zarok dişewitin, wek xewnekê bû, giş çend sanî bûn, ya ku zêde kir, bîdonek gaz li wir hebû, wan wisa zanî ku ew av e, pîdonê gazê jî bi şaştî pê dakirin.”

Asayîşa Kampa Holê ku beşdarbûyên dawetê dibe nexweşxana sereke ya bajarê Hesekê, sedema bûyere ji ber teqandina sopê sizane.

Endamê Asayîşa  kampê Omer Mihemed jî got: “Dûman derket , em pêhesyan agir bi kon ketiye, me ode vala kirin, 32 hatin, çar ji wan mirin.”

ji 60473 kesên ku li Kampa Holê dijîn 20 hezar û 20 sûrî hene. Her çende proseya derxistina sûriyan ji kampê berdewam e û 12 karwan  derketine, lê gelek ji wan ji ber wêraniya malên xwe, razî nabin ji kampê derkevin û jiyaneke derbider, derbas dikin.

Serepeyv