Sibat 21, 2021 19:22 Asia/Tehran
  • Li Dêrazora Sûriyê teqîneke mezin qewmî

Li bajarokê Bisêre ya rojhilatê Dêrezorê, li bazarekê teqîna bombekeye çandî çê bû û di encama teqînê de 5 kesan canê xwe jidest dan û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyarên xwecihî, şeva borî li bajarokê Bisêre li rojhilatê Dêrezorê ku di bin destê HSD ye, teqînek bi rêya matosîkleteke bombekirî çêbû, di encama teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kesên din jî birîndar bûne, rewşa 4 birîndaran gelek xirab e.

Herwiha li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin  di nav kesên ku jiyan xe ji dest dane 4 ji wan ji malbatekî ne. 

12ê Sibatê de jî, li bajarokê Mihêmîde li rojhilatê Dêrazorê bombyeke çandî bi otombîleke HSD ve teqiya, di encam de hijmarek endamên HSD birîndar bûn.

Çavkaniyê nûçeyan dibêjin piraniya teqînên wiha karê komên çekdar e ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike.

Serepeyv