Sibat 09, 2021 23:53 Asia/Tehran
  • NY bang li 57 welatan kir welatiyên xwe ji kampên herêmên kurdî li Sûriyê derxînin

Pisporên Mafên Mirovan ên ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, name ji 57 welatan re şandin, daku welatiyên xwe ji herdû kampên Hol û Roj li herêmên kurdî li Sûriyê derxînin, ji ber ku metirsiyeke zêde li ser jiyana wan heye.

Pisporên NYê eşkere kirin, ku bi hezaran kesên girtî li van kampan rûbirûyî tundûtîjiyê, nebûniyê û mameleya xerab dibin, herwiha jiber êşkencedanê hejmarek ji wan girtiyan canê xw ji dest dane.

Di vê derbarê de, Fiyonulani Olin Biryardera Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi Mafên Mirovan a ser bi NYê ve ragihand, rewşa li herdu kampên Hol û Roj “rewşeke nemirovane” û gelek xirab e, ku herdu kamp dikevin herêmên kurdî li Sûriyê û Rêveberiya Xweser serpireştiya wan dike.

Fiyonulani Olin tekez kir, ji ber rewşa zêde xerab a li van kampan divê hemû welat welatiyên xwe vegerînin.

Li gor NYê, zêdetirî 64 hezar kes ku piraniya jin û zarok in li kampên herêmên kurdî li Sûriyê dijîn.

Her li gor wan amaran, ji sedî 48ê kesên ku li Kampa Holê dimînin, kesên Iraqî û ji sedî 37 kesên Sûrî û ji sedî 15ê din jî ji welatên din in.

Piraniya kesên ku li wê kampê dimînin, kesên malbatên terorîstên DAIŞê ne, ku di sala 2014 de rûbereke berfireh ji axa Iraq û Sûriyê di kontrola wê rêxistinê de bû.

Fiyonulani Olin behsa rewşa jin û zarokên li Kampa Hol kir û diyar kir, ew zarok û jin di rewşekê tirsnak û nemirovane de dijîn.

Olin tekez kir, “em dilgiran in ku rewşa li wan kampan bigihe pileya êşkencedanê û muameleya nemirovane û xirab, li gor kategroya qanûna navdewletî”.

Wê herwiha destnîşan kir, ku “mirov dikare rewşa li heru kampên Hol û Roj ên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bişubhîne rewşa serbazgeh û girtîgeha Guantanamo ya amerîkî li Kubayê”.

Serepeyv