Êrişa topxaneyî ya Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundên bakurê Eyn Îsayê
Çavkaniyên sûrî duh êvarê ragihandin ku topxana artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser bajarokê Eyn Îsa û gundên wê li bakura parêzgeha Reqeyê ya Sûriyê zêde bû.
Kanala El-Exbariye ya Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi dehan gullên topê berdan bajarokê Eyn Îsa û gundên wê yê bakurê.
Artêşa Tirkiyê ku gelek dever û bajar û gundên Sûriyê dagir kirine bi çeteyên xwe ve hewl dan ku ber bi gundên Mielek û rêya M4 bi pêş de biçin, li ser bersivdayîna şervanên HSD'ê ew şer derketin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êvarê borî gundê Mielek û rêya M4 li bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin. Dagirkeran hewl dan ber bi rêya M4 ve bi pêş de biçin. Lê belê hêzên HSD'ê rê li ber wan girt ku di encamê de şerekî giran di navbera wan derket.
Derbarê kuştî û birîndarên vî şerî ti raporek belav nebûye.