Pedersen li ser civînên "Komîteya Destûrî: Bê hêvî bûn
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen li ser encamên tûra pêncemîn a civînên "Komîteya Destûrî" got, bê hêvî bûn.
Pedersen di axaftina xwe ya dawî de ya di civînên "Komîteya Destûra Bingehîn" de ragihand ku ev tûre tiştek bi dest nexist û li ser sîstema civînan jî lihevkirinek çênebû û got: "Heger kar bi vî rengî bidome em ê nikaribin berdewam bikin. "
Geir Pedersen piştî civînê, di kongreyeke çapemeniyê de ev agahî da: "Bê hêvî bû..Tûr bêyî ku sîstemekê diyar bike dest pê kir. Hikûmeta Sûriyê pêşnûmeya opozisyonê qebûl nekir. "
Pedersen herwiha got: " Di vê hefteyê de îsbat bû ku ev xet bê kêr bû, bêyî guhertina rêbaza kar em ê nikaribin berdewam bikin."
Pedersen diyar kir ku wî bi her du serokên beşdar re nîşqaş kir û banga tevkariyeke zêdetir li wan kir. Her wiha daxuya kirin ku ew ê di demeke nêzî de biçe Şamê da ku van mijaran û çawaniya pêkanîna biryarên 2254 gotûbêj bikin.
Pedersen eşkere kir ku ew ê bi Rûsya, Îran, Tirkiyê û welatên Ereb, Ewropa û rêveberiya nû ya Amerîkayê re bicive