Şêniyên Kobanê salvegera 6'emîn a rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323579-Şêniyên_kobanê_salvegera_6'emîn_a_rizgarkirina_bajarê_xwe_pîroz_dikin
Şêniyên kantona Kobanê bi şahiyekê salvegera 6'emîn a rizgarikirina bajarê Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê pîroz dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2021 18:12 Asia/Tehran
  • Şêniyên Kobanê salvegera 6'emîn a rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin

Şêniyên kantona Kobanê bi şahiyekê salvegera 6'emîn a rizgarikirina bajarê Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê pîroz dikin.

Bi boneya salvegera 6'emîn a rizgarkirina Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê, şahiyek li Qada Egîd a bajarê Kobanê, destpê kir.

Bi sedan şêniyên bajêr tevlî şahiya ku her sal di vê rojê tê lidarxistin, bûn.

Di şahiyê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya herêma Firat û Bakur û Rojhiltê Sûriyê, her wiha partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl, amade bûn.

Hêjayî gotinê yr ku piştî şer 134 rojan dom kir, di 26'ê Çileya 2015'an de Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê ku gelek welatan ji wan ên navçê bidizî jê piştgirî dikirin û terorîstên wê derbasî navçê dikirin, rizgar kir.