Komîteya destûra bingehîn a Sûriyê ‘Peymana Adana’ nîqaş dike
Çavkaniyên nûçeyan eşkere kirin ku di gera 5`an a civînên komîteya destûrê ya Sûriyê de “Peymana Adana” a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatiye nîqaşkirin.
Duh li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cinêvê li gel ku gelek ji nûnerên gelê Sûriyê tê de nebûn, gera 5`an a danûstandinên “komîteya destûrê” ya di navbera nûnerên hikumeta Şamê û komên girêdayî dewleta Tirkiyê de, destpê kiribû.
Desteya danûstandinan destnîşan kir ku tê payîn ev gera civînan heta 29`ê Çileyê dewam bike û rojane 2 rûniştin pêk bên. Rûniştin ji aliyê nûnerê NY`yî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen ve tên birêvebirin.
Hin çavkaniyan eşkere kirin ku beşdarên rûniştina duyemîn a xebatên roja yekemîn a civînê, “Peymana Adana” ku sala 1998`an di navbera hikumeta Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê de hatibû îmzekirin, nîqaş kirine.
Çavkaniyan daxuyand ku destpêkê şandeya “desteya danûstandinan” ku piraniya endamên wên girêdayî dewleta Tirkiyê ne û li gorî wê biryaran didin, mijar pêşniyar kiriye.
Çavkaniyan her wiha dan zanîn ku piştî wê nîqaşên li ser peymana Adanayê hatin kirin, ku ev yek ji çarçoveya xebatên komîteya destûrê derdikeve, berovajî ku ji gelê Sûriyê re nîşan didin ku nîqaşên li ser destûr, azadî, welatîbûn û mafan tên kirin.
“Peymana Adana” a di navbera hikumetên Şamê û Enqerê de, sala 1998`an li dijî Kurdan li Sûriyê ku wekî “terorîst” hatin binavkirin, pêk hat. Peyman di bin gefên dewleta Tirkiyê yên dagirkirina Sûriyê de, pêk hat.
Çavkaniyan destnîşan kir ku şandeya “civaka sivîl” jî di nava axaftinên xwe de behsa “Erebbûnê” kiriye, ku ev yek wekî dûrxistina gelên ne Ereb ên Sûriyê tê hesibandin.