Di salvegera êrîşa li ser Efrînê de xwepêşandan birêve çûn
Li bajarên kurdnişîn ên Sûriyê di salvegera sêyem ya êrîşa dirindane ya Tirkiyê û grûpên çekdar de li ser Efrînê xwepêşandan hatin rêxistin.
Xelkê deverên kurdî yên Sûriyê dilgiraniya xwe derbarê kiryarên çeteyên Tirkiyê de li Efrînê nîşan dan, pankart û wêneyên xelk û şervanên ku di êrişên Tirkiye û çeteyên wên de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin.
Her îro Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê konferansek saz kir û têde datayên kiryarên çekdaran di sala 2020ê de eşkere kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Cizîrê got, di sala 2020an de 60 kes hatin kuştin, 987 kes hatin revandin û girtin, 65 kes hatin îşkencekirin.
Herweha wê rêxistinê da zanîn, 39 teqîn û şerê di navbera çeteyan de li wê herêmê çêbûne û zêdetirî 11 hezar dar hatine şewiatndin û 50 cihên dîrokî hatin talankirin û dizîn.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û grûpên çekdarên ên tundrew ku piraniya wan ser bi grûpên terorîst in û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfihe bi her cor çekên giran û qedexe, bajarê Efrînê roja 18î Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê artêşa Tirkiyê û çeteyan, bi sed hezaran xelkê Kurd mal û warên bicî hêştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete ên ser bi dewleta Tirkiyê, dagir bûye binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê artêşa tirk û çeteyên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.