Çile 12, 2021 08:51 Asia/Tehran
  • Bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê semînerek hate dayîn

Rewşenbîrên Efrînê bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê semînarek dan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwanan a herêma Efrînê bi boneya salvegera sêyemîn a êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser herêma Efrînê semînerek li navenda yekitiyê ya kampa Serdem a li kantona Şehbayê organize kir. Bi dehan endamên Desteya Ciwanan beşdarî semînerê bûn.

 

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran Îsmet Hesen behsa dîrok ,erdîngarî û demografyaya Efrînê kir."

Hawar Newsê nivîsiye: "Hesen destnîşan kir ku firehiya herêma Efrînê 2 û 800 km e, bi hezaran Kurd li dijîn, ji ber ku bi av, xweza û çand û şûnwrên xwe dewlemend e, timaya dagirkeran lê zêde bûn, ji ber vê yekê xwestin niştecihên wê koçber bikin û demografya wê biguherin. Hesen got ku berxwedana wan ta rizgarkirina Efrînê berdewam e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Welîl helbestek bi navê "Keça Kurd" xwend.

Endama rêveber a Yekitiya Rewşenbîran Avesta Mistefa jî axivî bang li jin û ciwanan kir "Divê em dîroka 20'yê Çileyê an ku roja reş ku Efrîn hate dagirkirin ji bîr nekin, dagirker ji zanebûn û hêza me ya fikirî ditirse, ji ber vê yekê divê ku zanist û pênûsa me dîrokê binîvisîne."

Di dawiyê de pirtûk li ciwanan hatin belavkirin."

Serepeyv