Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirkiyê yên dijî Eyn Îsayê şermezar kirin
Hawar Newsê nivîsiye: "Bi dirûşma “Hêzên dewleta Tirkiyê têk bibin û Sûriyek pirreng û nenavendî ava bikin” Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarên başûrê Reqayê meşek organîze kir."
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Bi sedan şêniyên gundewarên başûrê Reqayê, rûspiyên eşîrên herêmê û endamên saziyên sivîl li ketina bajarokê Retla kom bûn da ku beşdarî xwepêşandanê bibin.
Xwepêşandêr ber bi navenda "Partiya Sûriya Pêşerojê" ya li Xeta El-Şamiyê li navenda bajarokê Retla ve çûn.
Li ber navenda Partiya Sûriya Pêşerojê meş veguherî mîtîngê. Serokê şaxê Partiya Sûriya Pêşerojê navçeya Xet El-Şamiyê û bi navê rûspiyên eşîrên herêmê şêx Mihemed Tirkî El-Soan axivîn.
Axêveran êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî Eyn Îsayê, bêdengiya navneteweyî û helwesta Rûsyayê der barê rewşa Eyn Îsayê de şermezar kirin.
Axêveran sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dijî sivîlan ji wan kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê "Hevrîn Xelef" û guhartina demografîk şermezar kirin."