Çile 10, 2021 11:04 Asia/Tehran
  • Rojnamevanê efrînî: Endamên bedena kurdan li Efrînê tên qaçaxkirin

Gelek babet hatine ragihandin ku hin kes bi nexweşiya sivik çûne nexweşxaneyên Efrînê, lê meytên wan radestî malbatên wan hatine kirin, di halekî da ku organên bedena wan hatine diozzîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Piştî dagirkirina herêma Kurdnişîn a Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Enqerê va di bihara sala 2018an, gelek rapor ji kiryarên dijmirovî yên van koman dijî şênî û jîngeha vê navçeyê hatine weşandin.

Komên girêdayî bi Enqerê piştî ketina nav herêma Efrînê li ber kamerayên nûçegihanan gund û bajarên vê navçeyê talan kirin û bi kuştina welatiyên sivîl, girtina xweserane, işkencekirina bêsedem, revandin û destdirêjiya li jinan, gellek ji şêniyên van navçeyan neçar kirin ku terka warê xwe bikin.

Ibrahîm Ibrahîm rojnamevanê efrînî di beşeka rapora xwe da ku li malpera Ehwalê hatiye weşandin, ev mijar hilêxistiye.

Wî di rapora xwe da aliyekî din ê cinayeta komên ser bi Enqerê hilêxistiye.

Di babetekê da, Mijdara sala 2015an da Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di bombedanîneke li bajarê Girê Sipiyê da hejmareke birîndaran bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, lê tu yek ji wan zindî venegeriyaye. Yek ji van kesan tenê destê wî birîndar bû û li ser piyan bû, lê meytê wî hat vegerandin, Di halekî da ku hemî organên di zikê wî da hatibûn valakirin.

Wî her wiha şeş babetên bi vî awayî li Efrîna dagirkirî ragihandine.

Serepeyv