Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Mielek û rêya M4 topbaran dike
Çile 01, 2021 19:58 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van saetên dawiyê de gundê Mielek, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê li bakurê Sûriyê topbaran dikin.
Çavkaniyên ANHAyê ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve di van saetên dawiyê de gundê Mielek, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin. Êriş heta van kêliyan jî berdewam dikin.
Herwiha Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê derengiya şeva derbasbûyî jî bi obusan navçeya Til Riftê ya girêdayî kantona şehbayê topbaran kir.