Kanûn 30, 2020 23:47 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê gundê Mişêrfê, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de bi dijwarî kampa Eyn Îsa, gundê Mişêrfê û rêya M4 topbaran dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji navça Eyn Îsayê, di van kêliyan de artêşa Tirkiyê û çeteyên wê  ku gelek deverên Sûriyê dagir kirine, kampa Eyn Îsayê û rêya M4 û gundê Mişêrfê bi çekên giran topbaran dikin.Topbaran hîn berdewam dike.

Îro herwiha bi hezaran şêniyên bajarokê Hîşe û gundewarê rojhilatê Girê Spî ya dagirkirî, li dijî êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ser Eyn Îsayê û gundên wê,herwiha hevkariya hêza garantor Rûsyayê bi wan êrişan re û ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) meşiyan. Wan ji Rûsyayê wek garantorê agirbes û aştî xwest ku li hemberî van êrişan bê deng nebe.

Serepeyv