Kanûn 27, 2020 16:51 Asia/Tehran
  • Çeteyên Koma El-Hemzat li Efrînê 900 darên zeytûnan birîn

Hawar Newsê nivîsiye: "Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li Efrîna dagirkirî nêzî 900 darên zeytûnan birîn."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Çeteyên Koma El-Hemzat a girêdayî bi Artêşa Tirkiyê nêzî 900 darên zeytûnan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê birîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzat nêzî 300 darên welatiyê bi navê Mihemed Şêx Hemûd û 600 darên Ehmed Kêfo qut kirin.

Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê bi deh hezaran dar ji destpêka dagirkirina Efrînê ve birîne."

Serepeyv