Şer û pevçûnên di derdora Eyn Îsayê de û rewşa dawiyê ya vî bajarokî ji zarê ANHA`yê
Şerê li derdora navenda navçeya Eyn Îsayê di roja 4’ê de ye . Şervanên HSD`ê ku bersiva êrişan didin, 4 hewldanên artêşa tirkiyê û çeteyên wê ên dagîrkirina rêya navneteweyî ya li rojhilatê navçeyê têk birin.
ANHAyê herwiha ragihand: Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirkiyê îna derbasbûyî li gundên Cebhel û Mişêrfê yên rojhilatê Eyn Îsayê li bakurê Sûriyê êrişeke bejahî dan destpêkirin. Gundên navborî 2 km dûrî rêya M4`ê ya di navbera navçeyên Til Temirê û Eyn Îsayê de ye.
Piştî 5 rojan ji aramiya li bereyên şer ên li navçeyê, HSD`ê ragihand ku wan bersiva êrişan dan û nehişt ku çete bighêjin rêya M4.
Di heman demê de ji 3 nuqteyên hevbeş ên di navbera hêzên Rûsya, HSD`ê û hikumeta Sûriyê de, nuqteyeke hat topbarankirin. Di encamê de efserekî hikumeta Şamê hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Piştî ku HSD'ê hewldanên çeteyan ên dagirkirina gundên Mişêrfê û Cehbel têk birin, artêşa Tirkiyê roja şemiya derbasbûyî ji baregehên xwe, taxên bakurê navenda navçeyê topbaran kirin.
Herwiha çavkaniyekî herêmê got ku hêzên Rûsya nehiştin ku şêniyên gundê Cehbel cenazeyên du sivîlên ku di êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest da, ji bin kavilan rakin.
Ew dibêje ku Hêzên Rûsya ya ku derdora baregeha wê ya leşkerî ya herî mezin li navçeyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê topbarankirin tu helwest ji van êrişan re nîşan nedaye.
Ji fermandarên HSD'ê Ziyad Heleb beriya du rojan gotibû ku di şerê rojan ê li gundên Cehbel û Mişêrfê de 12 çete kuştine.
HSDê dibêje: Li rojhilê bajarokê, li ser rêya navneteweyî şer bi awayekî dem dem di navbera HSD`ê û artêşa Tirkiyê û çeteyan de didome. Îdiayên derbarê pêşdeçûnên çeteyan ne rast in.
Li gorî peymana 22'yê Cotmeha 2019'an, Rûsya wekî garantora agirbestê di navbera HSD û dewleta Tirkiyê de hate destnîşankirin