Kanûn 21, 2020 11:17 Asia/Tehran
  • Rêxistina Jinên Efrînê yên Winda: Di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin

"Li gorî danayên Jinên Efrînî yên Winda (Missin Afrin Women Project), li Efrîna ku dibin kontrola Tirkiyê û komên girêdayî wê de ye, di nava 2 salan de ji 200'î zêdetir jin hatine revandin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 18'ê Adara 2018'an ve dibin kontrola Tirkiyê û komên girêdayî wê de ye. Li gorî raporên navneteweyî gelek bûyerên înfazê, îşkence, talan û girtina fîdye, tên jiyîn. Di nava van bûyeran de, bûyerên weke tacîz, tecawîz û revandina jinan ên li Efrînê rû didin, her tim di rojevê de ne.  Rêxistina Jinên Efrînê yên Winda (Missin Afrin Women Project) a ji bo revandinan jinên li bajarê hat avakirin, dana û agahiyên xwe gihandiyê, di adresa “https://missingafrinwomen.org/” a înternetê de, bi raya giştî re parve dike. Di parvekirinên rêxistinê de, ji revandina jinan bigire, heya kîjan bûyera revandinê ya ji aliyê kîjan komên çeteyan ve hatiye kirin, agahî cih digirin.  Di rapora herî dawî ya rêxistinê parve kir de, hat destnîşankirin ku li Efrînê, tenê di meha Mijdarê de 11 jin hatine revandin, yek ji van jinan hatiye berdan û hîna jî agahî ji 10 jinan nayê girtin û serwindane.

 Yek ji binesaza vê projeyê Meghan Bodette, di roportaja da Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de, got ku, ji Çileya 2018'an ve li bajêr ji 200'î zêdetir jin hatine revandin û hîna jî agahî ji sê du jê nayê girtin û windan e." 
 

Serepeyv