MSD: "Rûsya erkê xwe yê rawestandina êrişên Tirkiye ser Eyn Îsa pêk naîne
Tirkiyê dûh hêzeke mezin anî rojhilatê Eyn Îsa û nîva şevê jî komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve êrişên mezin anîn ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).
Li gor medyaya Rûsya di navbera çeteyên ser bi Tirkiye ve û HSD de şerekî giran pêk hat. Her wiha hat diyarkirin ku hêzên ser bi Tirkiyê ve karîn gûndên Cihbil û Mişêrfe yên nêzîkî Eyn Îsa dagir kirin.
Medyaya ser bi HSD ve jî diyar kiriye ku şer berdewam e. Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiye êriş dikin. Herwiha firokeyên şerker jî di nav liv û tevgeran de ne.
Hevseroka Encûmena Sûriya Demokrat Emîna Omar ragihand, "Li Eyn Îsa armanc ji êrişên Tirkiye û hevpeymanên wê têkdana rewşê ye û birîna riyên di navbera navçeyên Bakurê Rojhilata Sûriyê ye. Rûsya givaşê li HSD dike da ku Eyn Îsa teslîmî Tirkiyê bike. Berpirsyarê tiştên li Eyn Îsa çêdibin Rûsya ye."
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî dibêje, "Rûsya erkê xwe yê rawestandina êrişên Tirkiye yên ser Eyn Îsa pêk naîne û hewl dide Eyn Îsa ji destê HSD derxe û bêxe destê hikûmeta Sûriyê.
Rewangeha Sûriye ya Mafên Mîrovî belav kiribû, "Beriya şer dest pê bike artêşa Tirkiyê hêzên giran şandibûn deverê."
Berî niha Rûsyayê ji HSD re gotibû; heger Eyn Îsa teslîmî rejîma Sûriye anku Hikûmeya Beşar Esad nekin êrişên Tirkiyê ranawestînin. Lêbelê HSD ev pêşniyar red kir û Rûsya gûlopa kesk ji bo Tirkiyê vekir.