SOHR: Di teqîna li Serêkaniya dagirkirî de 14 kes hatin kuştin
Kanûn 11, 2020 11:05 Asia/Tehran
SOHR'ê ragihand ku di teqîna li Serêkaniya dagirbûyî de 16 kes hatin kuştin, di nav de 3 leşkerên dewleta Tirkiyê û 11 jî ji komên girêdayî bi Tirkiyê ne.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kesên di teqîna li Serêkaniyê de hatine kuştin derket 16 kesan, di nav de 3 leşkerên Tirkiyê (1 jê efser), du sivîl û 11 çeteyên bi navê "Polîsên sivîl û Sultan Murad" hene.
Li gorî SOHR'ê, dibe ku hejmara kuştiyan zêde dibe, ji ber ku 12 birîrndar hene rewşên wan giran ku di nav de leşkerên Tirkiyê jî hene. Her wiha agahî li ser birîndarên din nîne."