Mijdar 30, 2020 14:57 Asia/Tehran
  • HSD: Hêzên çekdarên ser bi Tirkiyê hêz li dora Eyn Îsa kom dikin

HSD radighîne grubên çete yên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve hêza xwe li derdora Eyn Îsayê kom dikin û xwe ji êrîşan re amade dikin.

Navenda Ragehandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de belav kir, di sê rojên dawî de grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve êrîşên xwe li ser Eyn Îsa û gundewarê wê zêde kirine û di encama topbarana duhî de du zarok birîndar bûne.

HSD diyar dike, grûpên çekdaran hêzên xwe li wê deverê kom dikin û xalên nû jî li nêzîkî riya navdewletî M4 li heman deverê ava kirine û xwe ji êrîşan re amade dikin.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve.

Zêdetirî 40 rojan e herêma Eyn rastî topbarana grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tê. Herwiha di çend rojên borî de jî rastî êrîşeke bejahî hat û şer di navbera wan û şervanên HSDê de derkeve.

Berî çend rojan Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Ilham Ehmed ji K24ê re ragihandibû, Rûsya bi Tirkiyê re li ser rêkeftinê îmze kiriye û dive Rûsya bi erkên xwe rabe û wan êrîşan rawestîne.

Serepeyv