Mijdar 25, 2020 06:58 Asia/Tehran
  • Efrîn adagirbûyî - Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê di nav de 3 jin, 4 sivîl revandin

Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 sivîl revandin, di nav de 3 jin hene.

Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê nivîsiye: "Li gorî agahiyên çavkaniyên taybet dane ANHA'yê, çeteyên "Ehrar El-Şam" ya girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundên navçeya Cindirêsê 4 sivîl revandin, jê 3 jin in.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin ev in: Edîb Bekir, Ayşe Hiso, Emîna Henan, Ferîda Hemo.

Li herêmên ku dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê dagir kirine sûcên revandina sivîlan zêde bûne û ji ber berdana wan fidiye ji malbatên wan tên xwestin. Li aliyekî din talankirina milkên û ferzkirina baceyan didomin."

Serepeyv