Mijdar 23, 2020 16:35 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê depoya genim a Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê vê carê jî bi mebesta birçîkirina şêniyan û koçberkirina wan depoyên genim û bi taybet jî depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê hedef digire.

Artêşa Tirkiyê bi çeteyên xwe ve bi armanca birçîkirina şêniyên herêma Eyn Îsayê, rojane depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê topbaran dike.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê îsal derdora 5 hezar û 400 ton genim li depoya Mişêrfê bi cih kiriye.

Depoya Mişêrfê ku heta 12 hezar ton radike, 2 km dikeve bakurê Eyn Îsayê û 500 metreyan dûrî rêya M4`ê ye.

Li gundewarên kantona Girê Spî piştî artêşa Tirkiyê depoyên Şerkerak, Dehlîz û Sexrat dagir kir, tenê depoya Mişêrfê di destê şêniyan de ma ye.

Ji destpêka artêşa Tirkiyê û çeteyên wê kantona Girê Spî û gundewarê navçeya Eyn Îsayê û rojhilatê wê dagirkir, herêma depo lê ne tê topbarankirin, di encamê de topbarana dawîn zirar gihand hilberînê.

Ji ber vê zirarê miqdareke genim bertelef bû û baran derbasî nava depoyê bû.

Mehane Eyn Îsa û gundewarên wê zêdetirî 500 ton ard bi kar tînin, anku derdora 650 ton genim dikin ard.

Hêjayî bibîrxistinê ku miqdarê genimê li depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê maye nêzî 3 hezar ton e.

Serepeyv