Mijdar 23, 2020 12:16 Asia/Tehran
  • Çêkerê kêran, pîşe ji mezinên xwe wergirtiye

Cemal Eslan pîşeya çêkirina kêran ji bapîrên xwe wergirt û pîşeya xwe bi pêş xist, da ku li gorî merheleya aborî ya li ser welat derbas dibe, be û êdî pîşeya wî pêdiviyên sûkên herêmê dabîn dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Heger te ji karekî hez kir, tu yê tê de afrîner bî" gotineke mezinan e û li kesê derfeta xebata xwe ya jiyana rojane bi pêş xist, pêk tê, her wiha ewî pîşeyî hişt ku di her serdemekê de li gorî xwestekan bê bikaranîn.

Cemal Eslan (40) ji gundê Çoqê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Herêma Efrînê ye, pîşeya çêkirina kêran bi tevahî cure û bikaranînên wê ji bav û bapîrê xwe wergirt, ku bibe qûta jiyanê.

Eslan ev pîşe di 14 saliya xwe ya li gund de ku bi çêkirina kêran tê nasîn, dest pê kir.

Li gorî hejmara parçeyên ku kêr jê tê çêkirin, cureyên kêran tên çêkirin, jê jî kêrên şeşgoş, çargoş û dugoş hene û bihaya wê li gorî hejmara parçeyên di çêkirina de hene, bilind dibe.

JINÛVE ÇÊKIRIN

Bi sedema bihabûna zêde li sûkên Sûriyê ya di encama hilweşîna aboriya niha de, ji gelek pîşesazan re zemîna bi karanîna rêbazên sivikkirina lêçan hat avakirin, ew jî bi rêya ji nû ve bê çêkirin, da ku bala bikirran (kiroxan) bê kişandin.

Ji nav wan pîşesazan, Cemal Silêman heye û di çêkirina kêrên xwaringehê de kar dike.

Cemal Silêman piştrast kir ku ev kêr ji madeya herî baş tê çêkirin û kefaleta (garantiya) mehekê dide bikirran, lê heke tu pirsgirêk derketin, ew amade ye bi yek din a nû biguhere.

MERHELEYÊN ÇÊKIRINÊ

Merheleya çêkirinê ji sifirê de dest pê dike, ew jî vebijartina cureya hesin an jî pola ye, her wiha bihaya pola çiqas sert û xurt be zêde ye, ji ber kedeke mezin dixwaze heta çêbe.

Ji cureyên polayên li sûkên herêmî tên naskirin; polaya bireka hesin, ew jî herî biha ye, her 50 cm xaf 5 hezar lîreya Sûriyê ye , ji kêra ji serê çekê û rasûrê jî , her wıha gelek cureyên dîtir ên ku pleya nermbûna wê ji hev cuda ye, hene.

Piştî vebijartina madeya hesin, merheleya çêkirina forma tê xwestin çêdibe, piştre nexşekirin û tûjkirinê tê.

Xebata tûjkirinê bi rêya alava wê, asta germahiya pola bilind dike û pîşesaz dike avê, da ku germahiya wê her care kêm bike û bi wê re polaya wê zêde xurt dibe.

Ji bo çêkirina destika kêrê, Cemal text li gorî kêrê çêdike, her wiha piştre neqiş an jî nivîs an jî sembolan li ser çêdike û li dawiyê jî merheleya biriqîna kêrê bi rêya zeyta taybet tê.

SÛKA FIROTINA KELÛPELAN

Cemal Silêman da zanîn ku ew rojane bi dema 10 saetan dixebite û 30 kêrî çêdike û lê hewl dide bihayê kêm bike. her wiha bihaya her kêrekê ku ji rasûrê çêbûye nêzî 2 hezar û 500 lîreya Sûriyê ye û û bi 3 hezarî difiroşe.

Der barê firotina kelûpelên xwe de, cemal Silêman eşkere kir ku ew kêrên xwe li bazarên Herêma Şebhayê difiroşe.

Li gel wê jî cejna Qurbanê ji bo Silêman mewsima firotina kêran e.

ASTENGIYÊN LI PÊŞBERÊ PÎŞESAZ

Cemal Silêman bi bîr xist ku wî pîşeya xwe li gundê xwe yê ku dewleta Tirkiyê niha dagir kiriye, wergirt û bi hesereta wan rojên ku karê xwe li gund dikir. Silêman got darên mişmişê cureya herî baş a çêkirina destikên kêran e, lê niha li bajarê Helebê tune ye û neçar dimînin bi darên zan biguhere.

Cemal Silêman artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê şermezar kir, ji ber wan şêniyên resen ji herêmê neçarî koçberiyê kir û li şûna wan malbatên çeteyan tê de bi cih kir, demografiya herêmê diguhere, xêr û bêrên herêmê didîze û talan dike.

 

 

Serepeyv