Mezlûm Kobanê hevxemiya xwe digel ziyandîtiyên erdheja Izmîrê diyar kir
Mijdar 01, 2020 08:37 Asia/Tehran
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) bi weşandina peyamekê hevxemiya xwe digel ziyandîtiyên erdheja Izmîrê diyar kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di peyama xwe ya twitterê da aniye: "Ez ji aliyê gelê xwe ji Xwedayê mezin jibo kesên ku di vê bûyerê da canê xwe ji dest dane rehmetê û ji bo birîndaran daxwaz şîfaya lezgîn dikim. Hêvîdar im gelên Tirkiyê van rojên dijwar bi hevgirtin û alîkariya bo hevdu bi kêmtirîn ziyanê li pey xwe bihêlin."