Cotmeh 14, 2020 21:20 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê; Rêveberiya Xweser biryara valakirina kampa Hol da

Îro "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li ser biryara derketina malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê ya li gundewarê Hesekê ye derkevin, erê kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryareke der barê vê yekê de da û wiha tê de got:

"Li gorî civîna di 5’ê Cotmeha 2020’an de ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn li dar ketiye de, Îro Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara bi jimareya/146/ da û wiha ye; divê tevahî malbatên Sûriyê yên koçber û li kampa Holê rûniştine yên ku dixwazin ji kampê derkevin û vegerin herêmê, ew jî piştî tebîrên guncaw di der heqê wan de."

 

 

 

Serepeyv