Ji ber koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320364-ji_ber_koronayê_li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_5_kes_mirin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirine û 95 kesên din bi koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2020 18:20 Asia/Tehran
  • Ji ber koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirine û 95 kesên din bi koronayê ketine.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Ciwan Mistefa hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku kesên mirine, mêrek û jinek ji Qamişloyê, mêrek ji Hesekê û 2 jin ji Tebqa û Girkê Legê ne.

Mistefa destnîşan kir ku 95 kesên din ku bi koronayê ketine, 45 mêr in û 50 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 13

Qamişlo: 12

Dêrik: 15

Girkê Legê: 6

Dirbêsiyê: 4

Çilaxa: 2

Amûdê:1

Kobanê: 13

Reqa: 13

Minbic: 13

Şehba: 3

Her wiha Ciwan Mistefa da zanîn ku 13 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi daneyên dawîn re hejmara nexweşên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 2 hezar û 446 kesan, di nav de 84 nexweş mirine û 584 nexweş jî baş bûne.