Karwanên eskerî yên Emerîkayê ji Iraqê derbasî Sûriyê bûn
Çavkaniyên fermî yên Sûriyê yekşemiyê şevê ragihandin ku karwanekî hêzên dagirkir ên Emerîkayê bi 20 kamyonên hilgirê kelûmelên eskerî û çek û sîlehan ji riya derbasgeha neqanûnî ya El-Welîdê li sînorê Iraqê derbasî nava axa Sûriyê kirin.
Ev karwana ji sînorê Sûriyê ber bi navça Rimêlanê û ji wir ber bi riya Qehtaniye-Qamişloyê ber bi bajarê Qamişliyê li bakurê rojhilata Sûriyê û sînorê Tirkiyê ve çûye.
Ev kiryara bona xurtkirina hêzên emerîkî li meqerên neqanûnî li derdora Hesekê cih hatiye.
Weşandina vê nûçeyê piştî wê tê ragihandin ku SANA News'ê ragihand ku eskerên dagirkir ên emerîkî bareke nû ya nefta dizî ji bîrên neftê yên vî welatî guhestin Iraqê.
Li gor SANA News'ê, hêzên dagirkir di dewama cinayetên xwe li Sûriyê duh êvarê 20 tankêrên hilgirê nefta dizî ji bîrên vî welatî li navça Cizîrê li bakurê Sûriyê ji parêzgeha Hesekê guhestin Iraqê.