Cotmeh 12, 2020 19:08 Asia/Tehran
  •  SOHR: Çend teqîn li Idliba Sûriyê qewimîn

Çavkaniyên sûrî qala qewimîna çend teqînan li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê kirin.

Navenda nasyar bi Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê (SOHR) Yekşemiyê şevê ji zarê çavkaniyên xwecihî ragihand ku  ev teqîn li derdora bajarê Mereyê li Rîfa Idlibê qewimiye.

 Li gor ragihandina vê navendê hegera van teqînan hîn diyar nîne lê li gor gotina şehedhalan beriya teqînan çend balefirên nenas li esmanê navçê hatine dîtin.

 Hin çavkaniyên ne-fermî jî ragihandin teqîn li depoyên çek û sîlehên komên çekdar ên Idlibê qewmîne. çavkaniyên fermî hîn ev nûçeya piştrast nekirine.

 

Serepeyv