Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 79 kesên din bi koronayê ketin
Cotmeh 05, 2020 12:25 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 79 kesên din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketine 43 mêr in û 36 jin in û li van herêman in:
Li Hesekê 11 kes, Qamişlo 3, Dêrîkê 10, Girkê Legê 7, Amûdê 1, Tirbespiyê 1, Reqa 22, Kobanê,11, Tebqa 9 û Minbicê jê 4 kes.
Mustefa diyar kir ku 10 kesên ku bi koronayê ketibûn baş bûne.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 918 kes bi koronayê ketine, jê 69 kes mirine û 496 baş bûne.