4ê Cotmehê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 48 kesên din bi koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kesekî din bi koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê ku bi koronayê miriye mêr e û li kampa Holê dimîne. Her wiha da zanîn ku 48 kesên din bi koronayê ketin ji wan 29 mêr in û 19 jî jin in.
48 kesên ku bi koronayê ketine li van herêman in:
Hesekê: 23
Qamişlo: 11
Dirbêsiyê: 3
Dêrik: 2
Girkê Legê: 2
Amûdê: 1
Rimêlan: 1
Til Temir: 1
Kampa Holê: 2
Reqa: 1
Kobanê: 1
Her wiha Mistefa eşkere kir ku 10 kes jî ji koronayê baş bûne.
Bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt hezar û 839 kesan, ji wan 69 kesan jiyana xwe ji dest daye û 486 jî baş bûne.