Îlon 30, 2020 23:23 Asia/Tehran
  • SOHR:

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dewleta Tirkiyê 850 çeteyên Sûrî şandine Komara Azerbeycanê, di şer de 3 çete jî hatine kuştin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) destnîşan kir ku hejmara çeteyên Sûrî yên ku Dewleta Tirkiyê ji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin şandiye Komara Azerbeycanê gihiştiye 850 çeteyan. Her wiha di şer de jî 3 çete hatine kuştin.

SOHR berî niha bi daxuyaniyekê diyarkiribû ku Dewleta Tirkiyê ji Sûriyê 320 çete şandine Azerbeycanê. Lê îro SOHR`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev hejmar gihiştiye 850 çeteyan.

Serepeyv