Îdiaya medyayên Tirkiyê: 300 şervanên YPG'ê bo Ermenistanê hatine şandin
Medyayên Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îdia kirin ku 300 hêzên leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo navçeya Qerebaxê hatine şandin da ku tevlî şerê Ermenistanêû Komara Azerbaycanê bibin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî lêzanînên bidestketî ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê, "Nêzikî 300 hêzên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi rêya utubûsê jibo beşdariya di bereyên şerê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê, ber bi navçeya Qerebaxê va bi rê ketine."
Medyayên Tirkiyê bi weşandina vê nûçeyê îdia kirine: "Ev veguhestin di encama lihevkirinên Tîrmeha 2020î navbera du aliyan da pêk hatiye ku li gorî wê hêzên PKK/YPG'ê li navçeya Qerebaxê mîlîtanên ermenî hîn dikin."
Hêjayî gotinê ye ku ev îdiaya medyayên Tirkiyê heta niha ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û aliyên ermenî va nehatiye piştrastkirin.
Ev îdia di halekî da ji aliyê medyayên Tirkiyê va tê hilêxistin ku piştî weşandina nûçeya veguhestina mîlîtanên ser bi Artêşa Tirkiyê ji bakurê Sûriyê bo Komara Azerbaycanê jibo şerê dijî Ermenistanê ji aliyê 'Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)' ev ji aliyê fermandarê koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" jî hatiye piştrastkirin.