Teqînek li Serîkaniya dagîrbûyî qewimî: 14 kuştî û birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319820-teqînek_li_serîkaniya_dagîrbûyî_qewimî_14_kuştî_û_birîndar
Çavkaniyên nûçeyan Pêncşemiyê bi şev qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li bajaroka Belede Tilê li derdora bajarê dagîrkirî yê Serîkaniyê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê rojhilata Sûriyê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2020 18:49 Asia/Tehran
  • Teqînek li Serîkaniya dagîrbûyî qewimî: 14 kuştî û birîndar

Çavkaniyên nûçeyan Pêncşemiyê bi şev qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li bajaroka Belede Tilê li derdora bajarê dagîrkirî yê Serîkaniyê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê rojhilata Sûriyê kirin.

Kanala Al-Alamê ragihand ku di vê teqînê da herîkêm 3 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Bajarê Serîkaniyê li bakurê rojabaya parêzgeha Hesekeyê din bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya vî welatî ne.

Aniha hin navçeyên bakurê Sûşriyê di bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê da ne.

Artêşa Tirkiyê di 3 salên bihurî da bi caran destdirêjiya ser axa Sûriyê kiriye.