Îlon 08, 2020 21:57 Asia/Tehran
  • Til Temir: Herîkêm 20 endamên koma

Li navçeya Til Temirê pevçûneke giran di navbera Hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" ya ser bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Dêmokratîkk (HSD) da qewmniye û di encamê da 20 hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" hatine kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê 'Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)', Li navçeya Til Temirê pevçûneke giran di navbera Hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" ya ser bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Dêmokratîkk (HSD) da qewmniye û di encamê da 20 hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" hatine kuştin.

Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li gundên Ebûş û Enîq Hewa li Til Temirê êrîşî ser baregehên "Artêşa Azad a Sûriyê" kirine. Her wiha hêzên HSD'ê li gundê Mîşfayê erebeyeke zirhî ya "Artêşa Azad a Sûriyê" kirine hedef.

Di encama vê pevçûnê da 20 endamên "Artêşa Azad a Sûriyê" û şervanên Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) hatine kuştin.

 

Serepeyv