Li Suriyê 63 kesên din bi Koronayê ketin
Îlon 06, 2020 11:26 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihand ku, 63 kesên din bi Koronayê ketin.
Li gor amarên dawî yên ku Wezareta Tendirustiya Sûriyê belav kirine, 63 kesên din bi Koronayê ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha 17 kes jî ji wê vîrusê xilas bûne.
Wezareta Tendirustiya Sûriyê da zanîn ku bi amarên nû ve, jimara kesên ku li vî welatî bi Koronayê ketine, gihîştiye 3 hezar û 104 kesan û yên qurbaniyan jî derketiye 130 kesan, herwiha jimara kesên ji wê vîrusê jî xelas bûne gihîştiye 715 kesan.
Li Sûriyê yekem haleta tûşbûna bi Koronayê di 22 meha Adara îsal de hat tomarkirin, herwiha yekem qurbaniyên wê vîrusê jî di 29 heman mehê de hat ragihandin.