Îlon 05, 2020 13:48 Asia/Tehran
  • Ebdî:

Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku divê tevahî amadekariyên leşkerî, siyasî û zanîna civakî bên kirin, da ku bigihînin rê û rêbazekê ku karibin li hember fikr û planên dijmin pêk tîne bisekinin û wiha got: "Divê civak jî beşdarî rê û rêbazên li hemberî dijmin be."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî peyamek ji beşdarên komxebata der barê "şerê taybet, pêkanîn û alavên wê " ya li Kobanê li dar ketiye de, şand.

Ebdî behsa gelek mijaran kir, jê rewşa siyasî ya niha, rewşên ewlehiyê û pirsgirêkên li hember "Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê".

Ebdî wiha got: "Dijmin dixwaze gelê Kurd ji hev bike, hêzên leşkerî û siyasî parçe bike û civakê derbe bike. Niha jî em li ser diyalogên kurdî-kurdî dixebitin û ev yek bi pêş ketiye. Bi vê rêbazê em ê berjewendiyên Dewleta Tirkiyê ya dagirker û siyasetên wê yên înkarî li dijî gelê me, bişkînin."

Ebdî wiha domand: "Dê di du mehên bê de, kongreyeke diyalogê ji tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê re li dar keve û tê de nêrînên gel ji nêz ve bigirin û pisgirêkên li hember wan binasin."

Ebdî  têkildarî hevdîtinên bi hêzên navdewletî re wiha eşkere kir: "Me hevdîtin bi şîrketên navneteweyî re pêk anîn, da ku em tevahî eneriya xwe bixin xizmeta gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em amade bi tevahî şîrketên cîhanê re ji bo xizmetkirina gelê xwe, bixebitin. Hedefa dijmin şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nebeşdariya di pêşeroja Sûriyê de ye. Lê siyaset û têkiliyên me bi tevahî dewletên aktîv di Sûriyê de jî, hene. Em dixwazin têkiliyên xwe bi tevahî aliyan re xurt bikin. Her wiha me bi Rûsya û Amerîkayê re peyman îmze kirine û dê mîna van jî bi aliyê ku xizmeta berjewendiya gelê me bike jî, îmze bikin."

Hawar Newsê nivîsî ji zarê Mezlûm Ebdî nivîsî: "Dijminê me bi hemû hêza xwe hewl dide civaka me û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Divê em bi hev re li dijî van siyasetên dijminane bisekinin. Dewleta Tirkiyê ya dagirker niha şerê taybet bi rêya torên ji ajan û sîxuran pêk tîne. Berê dikarî bi vê rêyê civak ji hev bikira. Lê niha û piştî 10 salan dijmin nikarî bigihîşta hedefên xwe. Ji lew re siyasetên xwe guhartin û bi rêya xapandina bi pereyan ji sîxuran re xwe spart şerê derûnî. "

Ebdî ev yek li axaftina xwe zêde kir:"Divê em hemû tedbîrên leşkerî, siyasî û hişyarkirina civakê bigirin ta ku bighêjin rê û rêbazên ku karibe fikirê dijmin vala derdkeve. Civak jî divê tedbîran bigire."

Ebdî bal kişand ser astengiyên  ku li pêşiya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" derdikevin û got: "Em înkar nakin ku şaştiyên îdarî hene, divê gelên me şopdar bin, gilînameyan pêşkêş bikin û rexneyan bikin, bi îdîayan neyên xapandin ji ber ev îdîa xizmeta gelên me nake berevajî wê xizmeta dijminên me dike, lewra ji bo çareseriya pirsgirêkan û aloziyan em rêya rast hilbijêrin."
Mezlûm Ebdî diyar kir ku di qada siyasî û leşkerî de rewşa wan baş e û got: "Dîsa jî divê  em tedbîrên xwe yên ewlehî û leşkerî zêde bikin, parastin ne tenê berpirsyariya hêzên ewlehiya leşkerî ye, lê belê erka gelên wan ne jî divê her kes piştgiriyê bide aliyên ewlekariyê.

Serepeyv