Îlon 03, 2020 21:43 Asia/Tehran
  • Du kes li navçeyên dagîrbûyî yên Efrîn û Girê Sipî hatin revandin

Çavkaniyên herêmî yên li hundirê herêmên dagirkirî diyar kir ku rûspiyekî eşîra El-Bû Esaf ê ji gundê El-Menkelî yê girêdayî Herêma Girê Spî ya dagirkirî hate revandin. Di nava 5 rojan de ev du kes in ji gundê El-Menkelî têne revandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li herêmên dagir kirine revandina sivîlan bênavber dewam dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku çend kesên rûgirtî di seatên derengiya şevê de girtin bi ser mala Hemûd Casim El-Eyaf û ew birin cihekî nediyar. Hemûd nexweşiya şekir pê re ye û pirsgirêkên wî yên dil jî hene.

Çavkanî da zanîn ku ne tenê Hemûd El-Eyaf hatiye revandin, lê beriya çend rojan xizmekî wî zarokekî ku temenê xwe kêmî 15 saliyê hate revandin. Ev zarokê ku hatiye revandin kurê Yusif Cûdî ye.

Heman çavkanî got derdora 200 xizmên kesên hatine revandin berê xwe dan navendên komên girêdayî bi dewleta Tirkiyê yên li Girê Spî, lê dîsa jî tu agahî bi dest nexistin.

Li herêmên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li Sûriyê dagir kirine, revandin, girtina ser malan û girtina bi zanebûn da li hemberî serbestberdana wan fîdyeyan bixwazin, berdewam dikin û bi van fîdyeyan ewna xwe li ser hesabên sivîlan xwedî dikin

Li gorî nûçeyeke din ji Hawar Newsê; "Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê" diyar kir ku komên girêdayî bi bi dewleta Tirkiyê li Efrînê sivîlê bi navê "Nûrî Nezmî Reşîd Ekaş" revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, ragihand ku kirêgirtiyên ku navê "Polîsên Leşkerî" li xwe dikin ên girêdayî artêşa Tirkiyê 1'ê Îlonê sivîlê bi navê "Nûrî Nezmî Reşîd Ekaş" yê ji gundê Mosako yê navçeya Racoyê revandin û birin cihekî nediyar.

Rêxistinê diyar kir ku bavê Nezmî Reşîd Ekaş (73) di 25'ê Gulana borî de, di encama pevçûnê bi malbatên komên dagirker re ku pezên xwe di nav zeviyên wî yên zeytûnan de diçêran de hate kuştin. Li gorî agahiyên rêxistinê, malbatan bi tundî êşkence li bavê Nezmî kir ku ji ber krîza dil yekser jiyana xwe ji dest dide.

 

 

 

Serepeyv